Home / Nûçe / Li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsê zêde dibe û tedbîr tên sivikirin

Li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsê zêde dibe û tedbîr tên sivikirin

Wêne ji internetê

Li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsê zêde dibe û tedbîr tên sivikirin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro sêşemê raghand ku li Şamê 15 kesên din bi Vîrûsa Corona ketine, her wiha Wezareta Ewqaf jî raghand ku wê ji sibe û şûnde, cihên îbadetê werin vekirin

Hikûmeta Sûriyê biryar da ku hemû riyên çûn û hatinê yên bejahî û hewayî yên di navbera Parêzgehan de werin vekirin. Her wiha hemû dikanên ku di dema qedexeyê de hatibûn girtin jî wê werin vekirin.

Hemwextî ku Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê raghand ku li Şamê 15 kesên din bi vîrûsê ketine, Rêvberiya Xweser dema qedexeyê dirêj kir.

Rêveberiya Xweser raghand ku ew ê qedexeya heyî 10 rojên din were dirêjkirin.

Qedexe ji sibe (27`ê Gulanê) ve dest pê dike û heta 5`ê Hezîranê bi dawî dibe.

Rêveberiyê ji welatiyan, xwediyên dikanan û şofêrên erebeyan xwest ku li gorî biryarên hatine girtin tevbigerin.

Dema qedexeya derketinê ji saet 7 êvarî dest pê dike û heta 6 sibehê bi dawî dibe.

Hêjayî gotinê ye ku dibistan, kafeteriya, çayxane û zanîngeh, girtî dimînin.

Sûriye, Hesekê: Nûçegihanê Nûdem Ilyas Îsa

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …