Home / Nûçe / Malbatên Zarokên revandî li pêşiya NY xwepêşandan li dar xistin

Malbatên Zarokên revandî li pêşiya NY xwepêşandan li dar xistin

Nûçegihana Nûdem: Dozê Kurd

Wêne Saed Al Din Otman: Nûdem

Wêne Saed Al Din Otman, Taybet Nûdem

Malbatên zarokan û hin rewşenbîr, ji bo naskirina çarenûsa zarokên wan ku gotin ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, îro 27’ê mijdarê li pêşiyan navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo kom bûn.

Yek ji jinên ku beşdarî xwepêşandanê bûne û zaroka wê hatiye revandin, Naz Cembelî ji Dezgeha Medyayî ya Nûdem re wiha got:

”Roja 23’ê mijdarê keça min ”Ebîr Kasro”, dema ji navenda xwendinê vedigeriya malê, ew revandin. Me gelekî hewl da em bi riya telefonê li wê bigerin, lê em neghaştin ti encamê.”

Wêne Saed Al Din Otman, Taybet Nûdem

Dayika Zaroka bi navê Ebîr bi çavên tije hêsir wiha domand:

”Em sê rojan li keça xwe geriyan, em çûn Hesekê û gelek cihan lê me ew nedît. Li gorî ji min re hat gotin, ên ku keça min revandin girûpeke ku keçeke bi navê ”Nalîn” rêveberiya wan dike ye. Piştî ku keça min revandin, bi riya telefonê li me geriyan û gotin keça we li cem me ye. Piştî vê gotinê xeta telefonê hat birîn û heta niha em tiştekî derbarî keça xwe de nizanin.”

Naz Cembelî di dawiyê de ev bang li Bûroya Parastina zarokan kir:

”Di zûtirîn dem de keça min li min vegerînin û ji van kiryaran re sînorekî deyînin. Ev yek xeterîyeke li ser civakê ye û dilê me dayikan dişewitîne”.

Dosya Zarokên di nava leşkeriyê de û tevgera siyasî ya Kurdî:

Wêne Saed Al Din Otman, Taybet Nûdem

Heta niha tevgera siyasî ya kurdî nekariye çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne. Di vê mijarê de Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Gelan a Kurdistanê ” Hesen Salih” ku yek piştgirên malbatên zarkan e, ji Dezgeha Medyayî ya Nûdem re ev tişt gotin:

”Em îro li vir kom bûne da ku em pişgiriyê bidin malbatên van keç û xortên temen biçûk ku hatin xapandin û revandin. Ji bo ku ji xwendina wan werin bi dûrxisin û mejiyê wan were şûştin û jiyanek ne xweş bi ser kes û karên wan de bînin. Ev ne karekî dûrist e, ev dijminatiya bi gelê me re. Ew bi vê yekê dihêlin ku gelek kes neçar bibin ji Rojava birevin û koçber bibin. Kesên ku dibêjin kurd tine ne, em ji wan re dibêjin em gelê Rojava girêdayî doza xwe ne û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin”.

QSD, Hevpeymanên Navdewletî û Dosya Leşkerkirina Zarokan:

Wêne Saed Al Din Otman, Taybet Nûdem

Ji aliyekî din ve dosya leşkerkirina zarokan yek ji mijarên sereke ku di qada navnetewî û li Neteweyên Yekbûyî bi taybet li Sûriyê û bi komên çekdar ên ku bi rengekî eşkere zarokan dibin leşkeriyê, nîqaş li ser tê kirin. Neteweyên Yekbûyî tenê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re di 29’ê Hezîrana 2019’an de, ”Hevpeymana Parastina Zarokan”, bi taybet bi General Mezlûm Ebdî re, îmze kiriye. Ku wî jî soz da ev dosya bê çareserkirin û zarok tevlî nava hêzên wan neyên kirin. Li ser mijarê beriya niha Hevserokê Bûroya Parastina Zarokan di demên şer de, ”Xalid Cebir” ji hin dezgehên raghandinê re gotibû ku gelek hewldanên wan hene zarokan li malbatên wan vegerînin û diyar kiribû ew napejirînin ku ti kes zarokan bibe leşkeriyê. Her wiha dabû zanîn ku heta niha wan gelek zarok ji nava hêzên leşkerî derxistine û li malbatên wan vegerandine û hewldanên wan hîna jî didomin”.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …