Nûdem
Li Qamişlo di navbera hêzên rejîma Sûriyê û hêzên ewlehiyê yên Kurd de şer.
Li bajarê Qamişlo îro di navbera hêzên rejîma Sûriyê û hêzên ewlehiyê yên Kurd de şer derket. Di encamê de 13 endamên rejîmê û 7 endamên hêzên ewlehiyê yên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de navenda raghandinê ya hêzên ewlehiyê (Asayîş) daxuyaniyek da.
Di daxyaniyê de hat gotin ku dewriyeke hêzên rejîmê derbasî deverên di bin kontrola hêzên ewlehiya Kurd bûye û hin sivîl binçav kirine.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku heman endamên dewriyê dema di benda kontrolê ya Asayîşê re derbas bûn endamên li wir gulebaran kirin û di encamê de 7 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya hêzên ewlehiya Kurd de hat diyarkirin ku wan bersiv dan êrîşa endamên rejîmê û encamê de zêdetirî 13 endamên rejîmê hatine kuştin.
Rewşa bajarê Qamişlo niha aram e lê baldarî heye.
Nûdem