Faya Yonan derbasî” Pirtûka Guinnessê”
Nûdem
Hunermenda Sûrî ya deng xweş û naskirî Faya Yonan bi Strana xwe ya bi navê “Uhîbû Yedeyke” derbasî ” Pirtûka Guinnessê ” bû.
Hunermenda Sûrî Faya di sala 2015`an de ji hezkiriyên xwe xwest ku ji bo karibe strana xwe ya yekemîn weke Klîp çêke, alîkariya wê bikin. Bi vê yekê Faya 25 hezar milyon dolar kom kir û klîpa xwe çêkir. Ji wê demê ve klîpê serkeftineke mezin qezenc kir û ji aliyê bi milyonan kesî ve hat temaşekirin.
Hejmara kesên ku li ser Youtube li Kilîpê temaşe kirin 12 Miloyn kes derbas kir.
Ji ber ku di cîhana Ereban de cara yekemîn e ku Stranek bi temamî li ser fînanse û desteka cemaweran tên çêkirin, Faya hêjayî derbasbûna ” Pirtûka Guinnessê” hat dîtin.
Çavkanî: Skynews