DAIŞ: Kurê Bexdadî li Humsê hat kuştin
DAIŞ ragihand ku kurê Bexdadî yê bi navê Huzeyfe El-Bedrî li Humsê hatiye kuştin.
Li gorî ajanseke ku DAIŞ bi riya wê propegandeya xwe dike, duh DAIŞ bi daxuyaniyekê ragihand ku yek kurê Bexdadî yê bi navê Huzeyfe El-Bedrî di êrîşeke ku li Humsê pêk anîn de hatiye kuştin. DAIŞ li ser Telegram jî wêneyeke kurê Bexdadî belav kir. Di wêne de xuya dike ku kurê Bexdadî Huzeyfe cilên Afganî li xwe kirine û keleşek di destê wî de ye.
Gelek caran di dezgehên çapemeniyê de hatiye gotin ku Bexdadî hatiye kuştin. Lê di destpêka meha Gulanê de rayedarekî Îraqî ragihandibû ku Bedadî hîna li Sûriyê dijî û got: ”Bedadî li Sûriyê bi rengekî veşartî û li gel 5 kesan tevdigere. Di nav wan kesan de kurê wî û zavayê wî jî hene. Her wiha kesekî din ê ku ez nikarim navê wî bêjim jî heye.”
Rûsiya jî di meha Hezîrana 2017’an de ragihandibû ku ew texmîn dikin ku wan Bedadî li cihekî nêzî Reqayê kuştine. Lê piştî vê yekê bi demekê dîsa ragihand ku guman heye ku Bedadî hîna dijî û derbarê mijarê de lêkolînê dikin. Piştî 3 mehan jî rayedarekî Emerîkî yê payebilind ragihand ku Bexdadî nehatiye kuştin û ew li Sûriyê li cihekî veşartî dimîne.
Xîtaba herî dawî ya Bexdadî di Îlona 2017’an de bû yanî beriya ku qaşo paytexta xîlafetê bi ser serê wan de were ruxandin. Bexdadî wê demê bang li çekdarên xwe kir ku li hemberî Kafirên li Sûriyê û Îraqê bi sebir bin û xwe ragrin.
Gelek caran di gelek raporan de hat ragihandin ku Bexdadî piştî ku di sala 2014’an de Dewleta Xîlafetê ji Mizgefta Mûsilê ragihandiye dema serkêşiya êrîşên li bakurê Îraqê dikir yan hatiye kuştin û yan jî birîndar bûye.
Çavkanî: France 24