Home / Nûçe / Trump ragihand ku wê hejmara leşkerên Emerîkî li Iraqê kêm bike

Trump ragihand ku wê hejmara leşkerên Emerîkî li Iraqê kêm bike

Serokê Emerîka Donald Trump îro ragihand ku wê hejmara leşkerên Emerîkî yên li Iraqê kêm bike.

Trump bi tiwîtekê ragihand: “

Ji bo biryara şerê li Iraqê ku wê sibe dengdan li ser were kirin, emê hejmara leşkerên Emerîkî yên li Iraqê daxin 5 hezaran. Ji bo wê jî ez ji demokrat û komarparêzan dixwazim ku bi dilê xwe deng bidin. “

Hêjayî gotinê ye piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Silêmanî, li ser biryara parlemenê Serokê Iraqê Berhem Salih ji Trump xwest ku hêzên xwe ji Iraqê vekşîne, lê Trump ev yek qebûl nekir.

Çavkanî: Ajans

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …