Li başûrê Fransa balafireke tûrîzmê ket û 4 kesên ku tê de bûn mirin.
Televizyona Frans 3 ragihand ku balafir ji bajarê Angoulême derket û piştî çend kîlometreyan ket.
Televizyonê da zanîn ku balafir ji ber sedemên ne diyar ji bin kontrola pîlot derket. Piştî wê şewitî û pîlot tevî 3 kesên pêre mirin.
Ji bo lêpirsînê buroya Fransa ya lêpirsînê hin pispor şandin cihê bûyerê.
Çavkanî: Ajans