Home / Nûçe / Li Minbicê jinek mir û sivîlek û 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn

Li Minbicê jinek mir û sivîlek û 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn

Wêne ji ANHA

Komên çekdar ên girêdayî deswleta tirk êrîşî gundên Rojavayê Minbicê kirin. Di encamê de jinek mir û sivîlek û 5 leşkerên rejîma Sûrî birîndar bûn.

Êrîş li dijî gundê Yaşlî, gundên Dendeniya, Um Edesa, Farat, Um Celûd, Eseliya û Seyada yên bakurê rojavayê Minbicê  pêk hat. Di encamê de jinek mir û sivîlek birîndar bû.

Çekdarên dewleta Tirk nuqteyên rejîmê yên li gundê Ewseclî yê ser rêya navdewletî ya Bab- Minbicê kirin hedef.

Gundê Ewseclî 7 km dûrî xeta navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve. Li vir 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî dabû, tê de ragihand ku hêzên rejîmê bersiva jêdera êrişê dan, 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Çavkanî: Nûdem+ANHA

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …