Home / Nûçe / Barzanî pêkhatina guhertina demografîk red kir

Barzanî pêkhatina guhertina demografîk red kir

Wêne ji internetê ye

Serok Mesûd Barzanî pêhatina guhertina demografîk li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê red kir.

Serok Mesûd Barzanî Şanderê Taybet ê Amerîkî ji bo Sûriyê James Jeffry li Hewlêrê pêşwazî kir.

Di hevdîtina herdu aliyan de li ser rewşa siyasî ya Sûriyê û Iraqê hat axaftin.

Her wiha behsa xeteriya zindîbûna DAIŞ`ê jî hat kirin.

Di hevdîtinê de her wiha nîqaş li ser rewşa meydanî ya Sûriyê jî hat kirin.

Serok Barzanî pêkhatina guhertina demografîk li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê red kir û tekezî li ser giringiya diyarbûna çarenûsa kurdan, kir.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …