Mahir Hesen
Berî dest bi gotara xwe bikim çîroka mesela “ Aqilê xwe ji dûvê rep girtiye “ dixwazim li bîra we bînim û bêjim .
mesele çi ye ?!
Tê gotin ku Şêr , Gur û Rovî hersê bi hev re çûn nêçîrê . Di vê nêçîrê de ji xwe re Xezalek , Kerek û Kêvroşkek girtin . Paşayê Şêr berê xwe da Gur û got :
Mamê Gur , ji kerema xwe re ka van ajelên ku me girtine , leva bike . Da em zanibin ka behra me çi derdikeve .
Gur got :
“Ji vê bi hesanîtir nîne ezbenî.
Şêr got : çawa
Gur ; ker ji bo te , xezal ji bo min û kêvroşk jî bo rovî be , ev e çû qedye.
Çawa Gur wisa got , diniya li ber çavên Şêr reş bû , hema pençiya xwe rakir û li serê gur da . Gur pêre pêre canê xwe da û dûvî wî rep bû .
Pişt re Şêr berê xwe da rovî û got ;
Ka tu li me belav bike gorî zaniya xwe.
Rovî ; xezal bo te û ker bo te û kêvroşk jî bo te .
Şêr : Tu yekî bi aqilî , te bi zanî belav kir , te ev aqil ji ku aniye.
Rovî : Aqilê xwe ji dûvê rep girtiye.
Em li mijara xwe vegerin , çawa bav û bapîrên me di şaşîtiyê de çûne û çûne heta qerem li wa pûç û hişk bûn û di dehma xwe de ketine. Me jî daye li dûv wa û bê ku ji serpêhatiyên wan ti tiştan yan jî ders bigrin, lewma em bêtedbîr û bê aqilî li çarenûs û mafê xwe digerin . Îcar ewqas siyastmedarên me êdî nizanin ka şaştî çi ye !
Her zirarek tê bi serê me dibêjni bila ev neh jî li ser wan dehan be , ma siyaset wilo bi çewt û seqet tê bikaranîn?! Erê û tişta ku pirça serê yekî spî dike ku binpêkirinên herî berbiçav ên ku hûr û gir , piçûk û mezin dane ber xwe li herêmên kurdan bi destên siyasetmedarên kurdan e.
Geşedanên kirîza Sûrî , Kurd anîn hemberî hev , tevî ku nav aloziya heyî de jî bi hevketin . Bê ku çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê birêve bibin , bê ku rewşa xwe gotûbêj bikin , bê ku zanibin Rewşa herêmê ber bi ku ve diçe û bê statuyeke navneteweyî û baweriya cîhanî bidest bixin.
Di vê derbarê de lihevkirina siyasî li Rojava mercên bidestxistina statuyekê li gorî berjewendiyên kurdan navnîşan destnîşan dike. Lê gelo çi pêwîste ji bo yekkirina gotina siyasî ya Kurdî li Sûriyê û avakirina hevbeşiyeke rasteqîn û avakirina baweriyê?!
Tenê nêzîkirina aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê li ser xeta nejadperestiya netewî û bin ala rengîn û bi hezkirina niştîmanî ava dibe.