Home / Nûçe / Çeteyên DAIŞ`ê hewl dan ji girtîgeheke Tebqayê birevin

Çeteyên DAIŞ`ê hewl dan ji girtîgeheke Tebqayê birevin

Wêne taybet Nûdem

Komek ji endamên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hewl da ji girtîgeheke bajarê Tebqayê bireve. Lê QSD`ê li ser bûyerê hîn ti daxuyanî nedaye.

Hin malperên nêzî DAIŞ`ê ragihandin ku endamên DAIŞ`ê êrîşî girtîgeha Ayid a li gundewarê Tebqayê ku girtiyên wan tê de ne kirine û karîne hemû girtiyan birevînin.

Lê belê heta niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê, li ser bûyerê ti daxuyaniyên fermî nedane.

Hêjayî gotinê ye ku girtiyên DAIŞ`ê yên li girtîgeha Hesekê jî gelek caran îsyan kirin û hewl dan birevin.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …