Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje ku keda herêmê berdewam e, ji bo nûkirina cihên ku ji ber êrîşa çekdarên Daişê xirab bûne û gotîye ku wê Şengal bibe Paytext.
Di daxuyanîyê da Nêçîrvan Barzanî gotîye: Ez Sersala Êzîdîyan (Çarşema Sor) li temamê xwişk û birayên xwe yên Êzîdî yên li Kurdistanê pîroz dikim û bi taybetî pîrozbahîyê ji wan kesên ku bûne qurbanîyên êrîşa çekdarên Daişê û kesên ku di kampan da jîyan dikin.
Barzanî berdewam kir û got ez bihêvî me, ku di demên pêş da cejn û şahîyên me di rewşeke ji wisa baştir de bin.Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe berdewam kir û got: Di vê salê da cejn hat, lêbelê Kurdistan û temamê cîhanê vê êşa Covid 19 dikşînin, her wisa got ez daxwaz dikim ku hemû welatî tedbîrên xwe yên xweparastinê werbigirin, lê mixabin ji bo kesên ku heya niha di kampan da jîyan dikin û heta niha nêzî du hezar xwişk û birayên me yên Êzîdî di nav penc û destê çeteyên radîkal yên Daişê da ne û ta niha çarenivîsa wan ne dîyar e.
Nêçîrvan Barzanî di dawîya axaftina xwe da amaje bi xaleke hestyar kir û peyameke giring arasteyî kurdên Êzîdî kir û got: Em careke din tekez dikin ji hemû Êzîdîyan ra, em ê lêkolînên xwe berdewam bikin, ji bo naskirina rewş û çarenivîsa temamê Êzîdîyên ku di nava destê çekdarên Daişê da ne û got heya dawîyê ger kesekî/e di nav destê wan da bibîne, em amade ne ji bo xilasî û rizgarîya wan, her tiştê ji destê me bê bikin.
Her wisa got wê karûbarên me berdewam bin ji bo sererastkirina deverên xirab bûyî û wê Şengal bibe paytext bi komara Yekîtîya Iraqê ra.
Peyamhinêra Nûdem, Jîn Cefo