Home / Nûçe / Kesekî jiyana xwe ji dest daye û 156 pêketiyên nû bi covid 19

Kesekî jiyana xwe ji dest daye û 156 pêketiyên nû bi covid 19

Kesekî jiyana xwe ji dest daye û 156 pêketiyên nû bi vîrûsa covid 19 li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku , roja şemiyê li herêmên Rêveberiya Xweser kesekî bi vîrûsa Covid 19 jiyana xwe ji dest daye.
Her wisa Mistefa zelal kir ku, kesê ku jiyana xwe ji dest daye zilamekî ji Kantona Kobanê ye
Mistefa tekez kir ku li gorî pişkinînên ku tîmên tendirustîyê yên taybet bi Coronayê di taqîgeha PCR da encam dane, hatîye diyarkirin ku 156 pêketiyên nû bi vîros Covid 19 li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine tomarkirin û ji wan 78 zilam û 78 jin in û bi vî awayî li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê belav dibin :
49 rewş li Hesekê
35 rewş li Qamişlo
29 rewş li Dêrikê
9 rewş li Dirbêsiyê
32 rewş li Dêra Zorê
Û du rewş li Kampa Holê
Di heman demê de Mistefa ragihand ku wan 9 rewşên başbûnê jî tomarkirine.
Bi giştî hejmara pêketiyên bi vîrûsa Covid 19 li herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê tevî amarên îro yên ku hatin belavkirin gihîşte , 13579 pêketî ku ji wan 448 kesan  jiyana xwe ji dest dane û 1430 kes jî ji vîrûsê baş bûne.

Jîn Cefo: Peyamhinêra Nûdem

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …