Nûdem
Yekîtiya Rahandina Azad êrîşa li ser xwepêşandêr û rojnamevanan şermezar kir û banga rêgirtina li ber kiryarên bi vî rengî kir.
Di 24 îlonê roja Înê de li ser daxwaza Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, li dijî bilindkirina nirxên sotemeniyê û kel û pelan li bajarê Qamişlo xwepêşandanek hat lidarxistin.
Di xwepêşandanê de bi sedan welatî û siyastemdar bşdar bibûn.
Kesên bi navê ciwanên şoreşger tên naskirin, êrîşî xwepêşandêran kirin.
Di êrîşî de hin welatî birîndar bûn. Her wiha êrîşî rojnamevanan jî hat kirin û ziyan giha alavên wan.
Li ser vê yekê Yekîtiya Raghandina Azad daxyaniyek da.
Yekîtiyê di daxyaniya xwe de êrîşa li ser rojnamevanan şermezar kir û diyar kir ku;
” Ji erk û mafê hemû rojnamevanan e bê ti astengî agahiyan bi dest bixin û belav bikin û li gorî qanûnê ne ji mafê ti kesî ye ku êrîşî wan bike û karê wan asteng bike”.
Yekîtiya Raghandina Azad bang li Rêveberiya Ciwanên Şoreşger kir ku berpirsyariya ziyanên ku çêbûne hilgire û rê li pêşiya kiryarên bi vî rengî bigre.