Nûdem
Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) 3’ê Cotmehê raghand ku wan 54 zarokên ku temenê wan di navbera15-17 salan de ye, ji nav hêzên xwe derxistine û li malbatên wan vegerandine .
Berpirsê têkiliyan ê QSD’ê Egîd Agirî got:” QSD’ê li gorî hemû qanûn û hevpeymanên navdewletî tevdigere.” Agirî diyar kir ku sedema tevlîbûna van ciwanan ew bû ku wan temenê xwe yê rast negotibûn û hinekan ji wan jî ji ber rewşa şer belgeyên xwe wenda kirine. Hevserokê Bûroya Parasatina zarokan di demên şer de Xalid Cibêr jî got:
“Buroya parastina zarokan a di demên şer de ya herêma Cizîrê bi alîkariya komîteyên QSD’ê hemû arşîvên hêzên leşkerî di ber çavan re derbas kirin. Li ser vê yekê jî 54 zarok ji nava QSD’ê hatin derxistin û ji malbatên wan re hatin şandin.”
Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî di sala 2019’an de li Cinêvê bi Neteweyên Yekbûyî re ji bo dûrxistina zarokan ji şer û leşkerkirinê, hevpeymanek îmze kiribû.
Bûroya Parasatina zarokan a herêma Cizîrê piştî ku ev hevpeyman hat îmzekirin derdora 115 zarok ji nava QSD’ê hatine derxistin û li malbatên wan hatine vegerandin.