Stera Nebî, Nûçegihana Nûdem
Ciwanekî hûnermed yê bi navê “Comerd Mislim” di hundirê mala xwe de dawî li jiyana xwe anî.
Ciwanekî hûnermend yê bi navê “Comerd Mislim” ku bi xwe xelkê bajarê Kobanî ye, duh roja Şemiyê di danê êvarî de ji ber sedemên ne diyar di hundir mala xwe ya ku dikeve Rojhilatê bajêr dawî li jiyana xwe anî.
Li gorî hin çavkaniyan ji me re ragihandin ku hîna nehatiye zelalkirin ku sedema xwekujiya wî çiye û hîna di lêkolînê de ye. tê gotin ku ev Ciwanê dawî li jiyana xwe aniye temenê 35 salin û bavê 2 zarokan e.Her wiha çavkaniyên ji bajarê Kobanê ji me re Ragihandin ku serê vê sibehê Cenazeyê “Comerd Mislim” rakirin nexweşxaneya Kobanê da ku lêkolîn li ser sedema mirina wî were çêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku di van demê dawî yê de gelek bûyerên xwekujiyên li bajarê Kobanî pêkhatin.