Di sala derbasbûyî da vîrusa Covid 19 derbasî Herêmên Rêveberîya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bûn, her ji wê demê ve Desteya Tenduristîyê rojane amarên pêketî, mirin û başbûnên nû derdixe.
Dr. Ciwan Mistefa Hevserokê Desteya Tenduristîyê ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ragihand ku, li gorî pişkinînên ku wan di Taqîgehên PCR da encam dane, hatîye dîyarkirin ku îro roja yekşemê, li herêmên di bin kontrola rêveberîyê da 3 kesan ji ber pandemîya Coronayê canê xwe ji dest dane û 298 pêketîyên nû hatine tomarkirin.
Her li gorî Mistefa ji wan 298 pêketîyan 166 mêr in û 132 jin in û ew pêketîyên nû bi evî awahî li Herêmên Rêveberîyê belav dibin:
42 pêketî li Parêzgeha Hesekê
88 pêketî li Kantona Qamişlo
37 pêketî li Dêrikê
6 pêketî li Dirbêsîyê
1 pêketî li Rimêlanê
40 pêketî li Herêma Tebqayê
50 pêketî li Herêma Reqayê
25 pêketî li Kantona Kobanî
5 pêketî li Herêma Minbicê
4 pêketî li Herêma Şehbayê
Her wisa Mistefa ragihand ku wan 5 rewşên başbûnê jî tomarkirine.
Bi evî awahî hejmara giştî ya pêketîyên pandemîya Coronayê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê tevî amarên îro gihîşte 12236 pêkatî ku di nav wan da 422 rewşên mirinê û 1365 rewşên başbûnê ne.
Pêketîyên ku hîna ji Coronayê baş nebûne di nexweşxaneyên taybet ên ji bo Coronayê da têne dermarkirin û di bin çavdêrîya tîmên tenduristî û pizîşkan da ne.
Her wisa Şaneya Kirîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, ji ber zêdebûna hejmara zêde ya pêketîyên Coronayê biryara qedexeya giştî li (Qamişlo, Hesekê, Reqa û Kobanî) ragihand û li herêmên din jî qedexeya nîvco(beşî) ragihand, ew qedexe jî di 6 evê mehê da kete warê cîbicîkirinê da ku wê heta 12 evê mehê berdewam bike û piştra li gorî rewşê dibe ku were dirêjkirin.
Peyamnêrê Nûdem: Serkeft Pîroz