Balafireke bêpolît a Tirkîyeyê gundê Elpelûrê yê Kobanîyê bombebaran kir. Îro roja înîyê firokeyeke bêpolît mala ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan lê dima yê li gundê Elpelûrê ku 5 KM dikeve rojavayî bajarê Kobanî bombebaran kir û di encamê da zîyanên madî gihîştin malê û piranîya bûjen û kelûpelên di malê da hatin jinavbirin û siton.
Serokê PKKê birêz Abdullah Ocalan di sala 1979an da dema ku ji bakurê Kurdistanê derbasî rojavayê Kurdistanê bû, li wî gundî bi cih bibû û heta demekê karûxebatên xwe birêve dibirin.
Dîroka niştecihbûna Serok Abdullah Ocalan bû wî gundî vedigere 42 salan berê, ku ew jî bi mebesta rêxistinkirina karûbarên rêxistinî bo heyama demeke kurt li gund bi cih bibû.
Serkeft Pîroz: Peyamhinêrê Nûdem