Serok Mesûd Barzanî pêhatina guhertina demografîk li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê red kir.
Serok Mesûd Barzanî Şanderê Taybet ê Amerîkî ji bo Sûriyê James Jeffry li Hewlêrê pêşwazî kir.
Di hevdîtina herdu aliyan de li ser rewşa siyasî ya Sûriyê û Iraqê hat axaftin.
Her wiha behsa xeteriya zindîbûna DAIŞ`ê jî hat kirin.
Di hevdîtinê de her wiha nîqaş li ser rewşa meydanî ya Sûriyê jî hat kirin.
Serok Barzanî pêkhatina guhertina demografîk li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê red kir û tekezî li ser giringiya diyarbûna çarenûsa kurdan, kir.