Home / Nûçe / Bexdadî û kurê xwe li Sûriyê ne 

Bexdadî û kurê xwe li Sûriyê ne 

Bexdadî û kurê xwe li Sûriyê ne 

Taybet Nûdem
   Çavkaniyeke leşkerî ya payebilind ji istîxbarata Îraqê ragihandin ku Serçeteyê rêxistina DAIŞ’ê (Dewleta îslamê) Ebû Bekir Bexdadî li herêmeke sînorê di navbera Sûriyê û Îraqê ye. Çavkanî diyar kir ku Bexdadî li gel komeke ku ji 5 kesan pêk tê tevdigere û di nava wan kesan de kurê wî û zavayê wî jî hene.
    Çavkaniya leşkerî da xuyakirin ku Bexdadî li herêma sînor a di navbera Sûriyê û Îraqê ku hîna çeteyên DAIŞ’ê lê hene dimîne.
   Çavkaniya leşkerî ya payebilind da zanîn ku Bexdadî bi rengekî pir veşartî li gel wê komê tevdigere. Çavkanî agahiyeke din a girîng jî da û got ku piştî girtina gelek serçeteyên DAIŞ’ê guman heye ku Bexdadî di demeke nêz de were tesfiyekirin.
   Li gorî heman çavkaniyê ji agahiyên ku wan bidest xistine xuya dibe ku DAIŞ lewaz bûye û hêza wî ya şerkirinê nemaye. Bi taybet piştî wendakirina çavkaniyên xwe yên malî yên weke riyên sînor û çavkaniyên petrolê yên li Îraq û Sûriyê.
Nûdem

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …