Li Idlibê topbaran hêzên rejîmê û hêzên alîgirên wê dewam dike. Pêla koçberiyê ya ji bakurê Idlibê jî dewam dike.
Koçberên ku ji ber êrîşê koçber bûne li bajaroka Hazano yê li bakurê Idlibê li benda derbasbûnê ne.
Li gorî NY ji ber êrîşa hêzên rejîma Sûriyê ya ku Rûsya piştgiriya wê dike, ya li ser bêrîka dawî ya komên çekdar, di nava du mehan de nîv milyon kes koçber bûne.
Ji beriya 9 salan ango ji destpêka şerê Sûrî ve, ev pêla koçberiyê ya ku hemwextî sermaya zivistanê tê, ya herî mezin e.