Komek çalakvan ji bajarê Qamişlo ragihandin ku Berpirsê Benzînxaneya Rehma mazotê bi buhayê 150 lîreyên Sûrî difroşe û ji bilî vê yekê jî qebûl nake.
Çalakvanan tekez kirin ku Berpirsê benzînxaneyê Bihê Zinûd ku bi navê Ebû Adil tê naskirin, qebûl nake ku mazotê bi 75 lîreyan bifroşe.
Çalakvanan dan zanîn ku li wê taxê tevî sermaya zêde, tenê 10 lître ji bo her kesekê tê firotin.
Nûçegihana Nûdem