Ciwanê Kurd Îmad Mufîd li bajarê Hewlêr yê herêma Kurdistanê, piştî ku ji ser avahiyekê ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê Kurd ê 23 salî piştî ku ji ser avahiyekê ket xwarê ew rakirin nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê.
Ew 24 saetan di nexweşxaneyê de ma, lê îro jiyana xwe ji dest da.
Îmad ji gundê Girdêm Helîme yê girêdayî bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Karê siwarkirina banên totya dikir. Bavê du zarokan e û li Kampa Qoştepe ya penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdisatanê dijiya.
Hêjayî gotinê ye ev ne bûyera yekemîn e ku bi Kurdên Rojava re diqewime. Ji ber bûyerên wiha, heta niha bi dehan penaberên Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Hewlêr: Nûçegihan Merwan Henûş