Home / Nûçe / Ciwanên şoreger bi dar û keviran xwestin xwepêşandana ENKS belav bikin

Ciwanên şoreger bi dar û keviran xwestin xwepêşandana ENKS belav bikin

Dozê Kurd: Nûçegihana Nûdem

wêneyê xwepêşanda ENKS li Qamişlo, Wêne Alçî Xelîl Nûdem

Meclisa Niştimanî ya Kurdî di 23 Îlonê de li ser malperên xwe yên tevna civakî daxwaz ji welatiyan û alîgirên xwe kir ku li bajarê Qamişlo beşdarî mîtîngekî bibin.

Li ser vê yekê di 24 îlonê de derdora demjimêr 17:00 bi sedan welatî û siyasetmedar li pêşiya Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo beşdarî mîtîngê bûn.

Beşdarên Mîtîngê biryarên bilindkirina nirxên Sotemeniyê, kel û pelên xwarinê û ferzkirina baceyan li ser welatiyan ji aliyê rêveberiya xweser ve, şermezar kirin. Her wiha dawxaza serbestberdana girtiyên siyasî û yên sivîl kirin.

Xwepêşandana ENKS li Qamişlo,Wêne: Alçî Xelîl Nûdem

Dirûşmeyên herî grîng ku beşdaran hildan wiha ne:

# NA ji bilindkirina nirxê nan re

# NA ji bilindkirina nirxê sotemeniyê re

# NA ji ferizkirina baceyên bi darê zorê

# Azadî ji girtiyên Meclisa Niştimanî re

Beşdaran her wiha wêneyên girtiyên siysasî û yên sivîl ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin jî hildan.

Li hemberî vê mîtîngê Kesên ku bi navê Ciwanên Şoreşger tên naskirin ku girêdayî Rêveberiya Xweser in, êrîşî beşdarên mîtîngê kirin.

Xwepêşandana ENKS li Qamişlo,Wêne: Alçî Xelîl Nûdem

Di êrîşê de bê ku guh li jiyana welatiyan û zarokan were dayîn, dar û kevir hatin bikaranîn û êrîşî rojnamevanan jî hat kirin û gef li wan hat xwarin. Her wiha Kamîra rojnamevanekî hat şikandin û ziyan gihaşt erebeya rojnamevankî din.

Mîtîng bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê Endamên Meclisa Niştimanî û Yek ji Rêveberên Rêxistina Asûrî ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû Partiyên Kurdî Yek in û nabe ku Kurd ji hev dûr bi dûr bi kevin.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …