DAIŞ li Afganistanê êrîş kir 19 û kes kuştin
NÛDEM
Çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Celal Abad ê Afganistanê êrîş pêk anî. Di encama êrîşê de 19 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Teqîn piştî ku Serokê Dewleta Afganistanê Eşref Ganî serdana bajar kir û şûn de pêkhat. Serdana Ganî bi armanca vekirina navendeke ragihandinê pêk hatibû. DAIŞ ragihand ku êrîş bi fûzeyê pêk hatiye lê belê Berdevkê parêzgerê herêmê Etallah Xociyanî got ku êrîşa xwekujî pêk hatiye.
Li gorî agahiyên çavkaniyên tendûristiyê teqînê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne her wiha dikan û avahiyên li herêmê jî zirar dîtine.
Çavkanî: Ajans