Home / Cîhan / DAÎŞ’ê li Nîjeryayê 30 kes kuşt

DAÎŞ’ê li Nîjeryayê 30 kes kuşt

Wêne ji internetê ye

Di êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê ya li ya li ser gundekî nêzî Mîadûgaûrî ya paytexta eyaleta Borno ya li Njeryayê de bi kêmanî 30 kes mirin.

Ji berdevkên hikûmeta xwecihî Ahmed Abdurrahman Bundî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşa bi çek de bi kêmanî 30 kes mirine.

Hate ragihandin ku ji kesên mirî piranî kesên li ser rêya di navbera Maîdûgûrî û Damatûrûyê de ne.

Berdevk ragihand ku êrîşkaran 18 wesayît şewitandine, her wiha gelek jin û zarok jî revandine.

Piştre jî êrîşkaran avêtin ser gundê Aûno yê 25 kêlometre ji Maîdûgûrî yê dûr e, gund talan kirin û şewitandin.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …