De Mistura dê istîfa bike
Nûdem
Şanderê Netewyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Staffan de Mistura îro agahî da Konseya Ewlekariyê ku ew dê di dawiya meha Mijdarê de ji ber sedemên kesayetî, ji erka xwe istîfa bike.
Staffan de Mistura ev 4 sal in di vê erkê de ye. De Mistura ji Konseya Ewlekariyê re diyar kir ku Nûenerê Netewyên Yekbûyî Antonio Guterich ji wî xwestiye ku lêkolîn bike bê gelo avakirina komîteyeke destûrî ku cihê baweriyê be, pêkan e yan na.
Ji dema destpêkirina şerê li Sûriyê ve De Mistura kesê 3`emîn ku vê erkê hildigre. Ew di nava wan de yê ku herî zêde maye.
De Mistura diyar kir ku ew dê di dema ku ji erka wî maye de, ji bo avakirina komîtyeke destûrî ku erka wê jinûvenivîsandina destûra Sûriyê ye bixebite.
Ji bo vê yekê jî ew dê piştî hefteyekê serdana Sûriyê bike.
Çavkanî: Reuters