Home / Nûçe / Desteya Tenduristîyê ya Rêveberîya Xweser amarên Covid19, 5 kesan jîyana xwe ji dest dane

Desteya Tenduristîyê ya Rêveberîya Xweser amarên Covid19, 5 kesan jîyana xwe ji dest dane

Desteya Tenduristîyê ya Rêveberîya Xweser amarên Covid 19 belav kir û 5 kesan jîyana xwe ji dest dane.Desteya Tenduristîyê ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, amarên Covid 19 yên îro belav kirin û ragihand ku, di 24 saetên derbasbûyî da li herêmên Rêveberîya Xweser 5 kesan ji ber vîrusa Covid 19 jîyana xwe ji dest dane û 199 pêketîyên nû hetine tomarkirin.

 Dr. Ciwan Mistefa Hevserokê Desteya Tenduristîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ragihand ku, kesên jîyana xwe ji dest dane du jin û zilamekî li Herêma Tebqa û jinek li Parêzgeha Hesekê û zilamek li Kantona Qamişloyê, her wisa Mistefa ragihand ku ji wan 199 pêketîyan 123 mêr û 76 jin in, ew jî li van herêman belav dibin:39 Pêketî li Parêzgeha Hesekê 57 Pêketî li Kantona Qamişlo35 Pêketî li Dêrikê4 Pêketî li Dirbêsîyê16 Pêketî li Kantona Kobanî23 Pêketî li Parêzgeha Reqayê 17 Pêketî li Herêma Tebqayê8 Pêketî li Herêma MinbicêHer wisa Mistefa ragihand ku wan 8 rewşên başbûnê jî tomar kirine.

Tevî amarên ku îro hatin belavkirin hejmara giştî gihişte 13203 ku di nava wan da 442 rewşên jîyan ji dest dan û 1407 kes jî ji evê vîrusê baş bûne. Herçend e li herêmên Rêveberîya Xweser ji 13 evê mehê ve qedexeya giştî ji hêla şaneya kirîzê ve hatîye cîbicîkirin, lê dîsan pandemî bi awayekî berbelav belav dibe û Desetya Tenduristîyê hişyarîyê dide ku pandemîya Coronayê ji bin kontrola wan derkeve û karesateka mirovî li herêmê rû bide.

Di demêkê da ye ku doza gihiştina vaksînê bo herêmên rêveberîyê ne dîyar e û li gorî Desteya Tenduristîyê têkilîyeke cidî di navbera wan û Desteya Tenduristî ya cîhanî da tune ye. Ev jî metirsîya rûdana karesateke mirovî zêdetir dike.

Serkeft Pîroz, Peyamhinêrê Nûdem

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …