Home / Nûçe / EL-Erecî: Erkên hêzên Hevpeymanê li Iraqê bidawî bûn

EL-Erecî: Erkên hêzên Hevpeymanê li Iraqê bidawî bûn

Dozê Kurd: Nûçegihana Nûdem


Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê Qasim EL-Erecî îro piştî bi dawîbûna civîna li gel Fermandariya Hevpeymana navdewletî ragihand ku piştî şerê 7 salan yê li dijî DAŞ’ê, erkên şerkirinê yên hêzên hevpeymanê li Iraqê bi dawî bûn.

EL-Erecî got:” Îro diyaloga ku me ji beriya salekê ve, li gel Hevpeymana navdewletî destpêkiribû, bi dawî bû. Em bi rengekî fermî radighînin ku erkên Hezên Hevpeymana navdewletî yên şerkirinê, bi dawî bûn”. EL-Erecî li ser twîtera xwe jî tiwîtek belav kir û wiha got:

“Têkiliya me ya di warê şêwirmendî û perwerdeyê de, wê betdewam be”. Hêjayî gotinê ye ku îro li Bexdayê di navbera komîteya fenî ya leşkerî ya Iraqê bi seroktiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdilemîr EL-Şemerî û Generalê Hêzên “EL-Ezim EL-Selb” li Iraqê, John Brennan civînek pêk hat.

Di civînê de Serokê şandeya NATO’yê li Iraqê Michael Lullsgaard jî amade bû. Li gorî daxuyaniya Fermandariya operasyonên Hevbeş, Brennan tekezî li ser wê yekê kiriye ku piştî veguhestina endam û alavên wan ji Iraqên û li gorî lihevkirina hatî kirin, dê Hevpyman erkên xwe yên şerkirinê bi dawî bike û wê beriya sersalê dest bi erkên din bike.

Liwa Seid Meen jî di kongreya çapemeniyê ku piştî civînê hat lidarxistin de, ev yek piştrast kir

Check Also

Malbatên Zarokên revandî li pêşiya NY xwepêşandan li dar xistin

Nûçegihana Nûdem: Dozê Kurd Wêne Saed Al Din Otman: Nûdem Wêne Saed Al Din Otman, …