Home / Cîhan / Fransa ji bo asayîbûna jiyanê xwe amade dike

Fransa ji bo asayîbûna jiyanê xwe amade dike

wêne taybet nûdem

RAPOR: NÛÇEGIHANA NÛDM DOZÊ KURD

Piştî tedbîrên hişk yên ku nêzî du mehin hatine girtin, Fransa xwe ji bo vegera li jiyana normal amade dike. Piştî kêmbûna ber bi çav a kesên ku bi vîrûsê dikevein, hin welatên Ewropa jî dest bi sivikirina tedbîrên li dijî vîrûsê kirine.

Vîrûsa corona di dawiya 2019 de ji bajarê Wohan ê Çînê derket û di mehên destpêkê yên 2020 de li piraniya welatên cîhanê belav bû. Belavbûna vîrûsê hêdî hêdî kêm dibe û jiyana normal bi awayekî baldar, li hin welatan vedigere.

Tevî ku hîna xeteriya vîrûsê heye jî û ti derzî yan jî derman jê re nehatiye dîtin, lê hin welatên cîhanê dest bi sivikirina tedbîrann kirine û bi taybet jî welatên Ewropa.

Li Îtalya, Spanya, Almanya, Belçîka û hin welatên din tedbîr hatine sivikirin. Her wiha Fransa ku di nîva meha Adarê de dest bi pêkanîn tedbîrên li dijî vîrûsê kir jî, xwe ji bo kêmkirina wan tedbîran, amade dike.

Serokê Fransa Emanuel Macron biryar da ku di roja 11`ê Gulanê de, dest bi kêmkirina tedbîran bikin.

Ji bo wê jî dê dibistan werin vekirin, şîrket werin vekirin, tevgera çûnûhatinê asayî bibe, madeyên paqijiyê werin peydakirin û rewşa kesên temen mezin were başkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber vîrûsa corona li Fransa heta niha zêdeyî 165 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 24 hezar kes jî mirine.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …