Home / Nûçe / Gelo danûstanên rejîma Sûrî û Kurdan dest pê kirin?

Gelo danûstanên rejîma Sûrî û Kurdan dest pê kirin?

Wêne ji internetê ye

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed ragihand ku rejîma Sûriyê qebûl kiriye ku danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re bike.

Ilham Ehmed diyar kir ku danûstandina di navbera rejîmê û Kurdan de, wê bi navbeynkariya Rûsya be.

Ji bo nîqaşkirina li ser qanûna rêveberiyên herêmî û makanîzmeya rêveberiyê ya Rêveberiya Xweser, dê komîteyek were avakirin.

Ehmed derbarê nuqteyên ku dê nîqaş li ser were kirin û naveroka hevdîtinên ku li Barageha Himêmîm û Şamê hatine kirin, agahî dan.

Hêjayî gotinê ye ku MSD`ê û Rêveberiya Xweser ev demeke hewl didin bi rejîmî re dest bi danûstandinên ciddî bikin, lê rejîmê qebûl nedikir.

Nûçegihana Nûdem: Evîn Ehmed

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …