Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî
Cenazeyê Rêveberê Siyaseta Kurd Xalid El-Meşayix li Qamişlo hate definkirin. Piştî ku termê Siyasetmedarê kurd Xalid El-Meşayix ji Elmaniya hetaTirkiyê û piştre di herêma Kurdistana Iraqê re hat derbaskirin.
Îro di danê sibê de, roja Çarşemê, termê rehmetî yê siyasetmedarê Kurd Xalid El-Meşayix li goristana Qidûr Beg li bajarê Qamişlo bi merasîmekê hat oxirkirin.
Di merasîma oxirkirina El-Meşayix serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên din ên Kurdistanî û gelek rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan amade bûn.
Hate ragihandin ku Xalid El-Meşayix di 3’ê Kanûnê de di 84 saliya xwe de li nexweşxaneyên Elmaniyayê jiyana xwe ji dest da.