Home / Nûçe / Hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê 5 leşkerên Tirk kuştin

Hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê 5 leşkerên Tirk kuştin

Wêne ji internetê ye

Hêzên Rejîma Sûriyê li Idlibê, 5 leşkerên dewleta tirk kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Wezareta Parastina ya Tirk derberê mijarê de daxuyaniyek da.

Di dauxyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“10’ê Sibatê di encama topbarana dijwar de” 5 leşkerên wan hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di saetên sibehê de li dijî rojhilatê Idlib û  Helebê êrîşeke berfireh dabûn destpêkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, bi dijwarbûna êrîşan re balafirên şer ên girêdayî Rûsya û Sûriyeyê navenda hewayî ya Talftanaz a dikeve başûrê rojhilatê Idlibê ku artêşa Tirk û çeteyên wê lê bi cih bûne, kiriye hedef.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …