Hêzên Sûriyê êrîşa Îsraylê têk birin
Çavkaniyeke leşkerî ji Sûriyê ragihand ku hêzên wan ên hewayî roja Sêşemê li Herêma Kiswa ya li gundewarên Şamê êrîşeke Îsraylê ya bi fûzeyan têk birin. Çavkanî derbarê ziyanan de tu agahî nedan.
Beriya niha Îsraylê ragihandibû ku piştî wan hin tevgerên bi guman ên hêzên Îranê şopandin wan rewşa awarte li Colanê raghandiye û kamp vekirine. Li gorî hin dezgehên çapemeniyê êrîş li dijî noqteyên hêzên Îranî û Sûrî pêk hatiye.
Di heman çarçoveyê de hin dezgehên çapemeniyê yên ser bi rejîma Sûriyê ve ragihandin ku li Herêma Kiswa teqînek pêk hatiye bê ku bêjin êrîş pêk hatiye.
Ji aliyekî din ve jî hin dezgehên çapemeniyê yên navdewletî ragihandin ku çavkaniya leşkerî ya ji Sûriyê tekez kiriye ku Îsraylê li dijî noqteyeke hêzên Sûriyê ya li Herêma Kiswa ya li başûrê Şamê êrîşek pêk aniye.
Ajans