Rayedarên Çînê raghandin ku jimara kesên ji ber virusa korona jiyana xwe ji dest dane gihaşt 811 kesan.
Rêveberiya tenduristiyê ya herêma Hobby diyar kir ku di 24 saetên dawî de ji ber korona 81 kesan li vê herêma ku virusê ji wir dest pê kir, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 hezar û 147 kesên din jî virus derbasî wan bû.
Li gorî komîteya tenduristiyê ya Çînê heta niha li Çînê 37 hezar û 198 kes bi korona ketine.
Rêxisina tenduristiyê ya cîhanî jî da zanîn ku ew bi Facebook û youtube re di nava têkiliyê de ne da ku zanyariyên pê bawer derbarê korona de belav bikin.