Stêra Nebî: Nûçegihana Nûdem
Piştî ku konteynireke bombebarkirî ya bê mohr ji aliyê kesên nenas ve hat dizîn,Iraq ketiye hişyariyê Rewşeke tund a hişyariyê ya ku Iraq tê de ye, heta niha tu car nehatiye dîtin, heta di dema ku çeteyên DAIŞê axa wê kontrol kiribû dîsa rewş ne bi vî awayî bû.
Yekemîn care ku medyaya Besrayê duh, Çarşemê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê ketine rewşa hişyariyê, ji ber ku kesên nenas konteynireke bombeyên çandî yên neteqiyayî dizîne.
Li gorî vê yekê, qeymeqamê navçeya Zubêr Ebas Mahir bi daxuyaniyekê ji medyayeke Ragihandinê re wiha got “di konteynerê de nêzîkî 100 bombeyên neteqiyayî hene ku di rewşên nepenî de ji embarên kompaniyeke pispor di rakirina mayin û mûşekên leşkerî de winda bûne”.
Ji aliyê xwe ve medyaya xwecihî amaje bi wê yekê kir ku firoşkarên kolanan bawer kirine ku wan konteynir dizîne, difikirîn ku ew konteynir vala ye, û diyar kirin ku dizan konteynir birin cihekî nediyar. Firoşkarên kolanan li Iraqê perçeyên hesin ên kevin dikirin an jî ji depoyan berhev dikin da ku bifroşin fabrîqeyên hesin û bermayiyê.
Hêjayî gotinê ye ku ev bûyer bi rojekê piştî ku çar kes hatin kuştin û çar kesên din jî birîndar bûn di encama teqîna motosîkleteke bombebarkirî de li nêzîkî nexweşxaneyek li navenda Besrayê, li gorî hêzên ewlekarî, di heman demê de ku ti aliyek berpirsiyariya teqînê negirtiye ser xwe.