Li bajarê Dêrikê berfa bariya û 55 cm derbas kiriye. Ji ber wê jiyana şêniyan bi zehmetî derbas dibe.
Ji duh bi şev ve li herêma Dêrikê ya Bakurê Sûriyê berf dibare, ji ber wê tevgera çûn û hatinê rawestiya û hemû dikan hatin girtin.
Li ser biryara Desteya Perwerdeyê dibistan du rojan di betlaneyê de û Deriyê Sêmalkayê jî hatiye girtin.