Home / Nûçe / Li dijî DAIŞ`ê pêngava dawî

Li dijî DAIŞ`ê pêngava dawî

Li dijî DAIŞ`ê pêngava dawî

Nûdem

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) merheleya dawî (şerê dawî yê li hemberî terorê) ji hemleya Bagera Cizîrê, îro bi daxyaniyekê ragihand.

Daxuyanî di civîneke çapemeniyê de ku li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê hat lidarxistin de, ji aliyê Berdevka Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdella ve hat xwendin

Di daxuyaniya ku kopiyek jê gihiştiye Nûdem de tê gotin ku QSD`ê dê hemleya xwe ya li dijî bermahiyên DAIŞ`ê yên li herêmê dewam bike. Di daxuyaniyê  hat destnîşankirin ku ev hemleya dawî ya tinekirina DAIŞ`ê li Îraq û Şamê ye.

Hemle dê bi desteka kowalisyona navnetewî û yekîneyên taybet ên hêzên YPG/YPJ`ê birêve biçe.

Hêjayî gotinê ye hemleya Bagera Cizîrê ji beriya nêzî salekê ve hatiye îlankirin. Ji destpêkê ve û heta niha QSD`ê herêmeke berfireh ji destê çekdarên DAIŞ`ê rizgar kiriye.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …