Nûdem
Li Efrînê kesk kuştî hat dîtin
Cenazeyê kesekî ku nasnameya wî nediyar e li nava zeviyên zeytûnan ên Efrînê hat dîtin.
Cenaze li nava zeviyên zeytûnan ên li ser riya di navbera gundên Til Selor û gundê El-Mihemediyê yên girêdayî Navçeya Cindirês a Efrînê hat dîtin. Ji cenaze diyar e ku ew kes bi guleyekê hatiye kuştin. Lê nasnameya wî kesî nehat naskirin.
Li gorî ku welatiyên Efrînê dibêjin ji dema ku artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê ji destpêka sala 2018’an ve axa wan dagir kirine, mijarên girtin, êşkence û kutşinê êdî bûne beşek ji jiyana wan a rojane.
Nûdem
Wêne: Nûdem