Li Hindistanê balafirek ket 5 kes mirin
NÛDEM
Li bajarê Mombê yê Hindistanê balafireke biçûk ket xwarê. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Ajansa Asya Navnetewî ANI Midûriyeta giştî ya rewşa balafirên sivîl bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên jiyana xwe ji dest dane 2 pîlot, 2 endezyar ku di balefirê de bûn û kesekî ku li kolanê bû ne. Her wiha hin kesên din ku li kolanê bûn jî birîndar bûn. Midûriyetê da zanîn ku ev balafir di rewşa tecrubeyê de bû.
Hin dezgehên raghandinê diyar kirin ku balafira ji tîpa Beechcraft King Air 65-C90A girêdayî wîlayeta Etr Pradesh e û dema ku ji ezman dadiket li herêma Gattakubar a ku tevgera sivîlan lê zêde ye ketiye xwarê.
Çavkanî: Ajans