Komên çekdar ên girêdayî deswleta tirk êrîşî gundên Rojavayê Minbicê kirin. Di encamê de jinek mir û sivîlek û 5 leşkerên rejîma Sûrî birîndar bûn.
Êrîş li dijî gundê Yaşlî, gundên Dendeniya, Um Edesa, Farat, Um Celûd, Eseliya û Seyada yên bakurê rojavayê Minbicê pêk hat. Di encamê de jinek mir û sivîlek birîndar bû.
Çekdarên dewleta Tirk nuqteyên rejîmê yên li gundê Ewseclî yê ser rêya navdewletî ya Bab- Minbicê kirin hedef.
Gundê Ewseclî 7 km dûrî xeta navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve. Li vir 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn.
Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî dabû, tê de ragihand ku hêzên rejîmê bersiva jêdera êrişê dan, 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Çavkanî: Nûdem+ANHA