Home / Nûçe / Li Sûriyê û herêmê barana dijwar 

Li Sûriyê û herêmê barana dijwar 

Taybet Nûdem 
Li Sûriyê û herêmê barana dijwar 
   Li gelek herêm û bajarên Sûriyê û Îraqê ev çend roj in baran bi dijwarî dibare. Di encamê de li hin deveran pirên ji axê hilweşiyan û hin zarokan jî jiyana xwe ji dest dan.
   Yek ji deverên ku herî zêde baran lê bariya herêma Hesekê ye. Di encamê de li deverên nêzî gundê Til Bêder du zarokan jiyana xwe ji dest dan.
   Li bajarokê Zirganê jî ji ber barîna baranê rêjeya ava Çem bilind bû. Li vir jî zarokekî 10 salî di çem de xeniqî. Ji ber ku hîna baran bi dijwarî li wan herêman dibare gel di nava metirsiyê de ye ku rewş dijwartir bibe.
   Di heman çarçoveyê de ji ber   barana zêde li Parêzgeha Dihokê ya Îraqê jî hin welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
   Ji ber barana zêde di nava şêniyên kampên penaberan ên Herêma Kurdistanê de jî metirsiyeke mezin heye.
   Ba û barana dijwar li wan herêman hîna didome.
Taybet Nûdem 
 

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …