Li vî welatî tecîz weke sûc tê dîtin
Nûdem
Li welatê Mexribê qanûna li dijî tecîza jinan ket meriyetê.
Di encama daxwazazên tevgerên jinan û komeleyên civaka sivîl yên ji bo parastina mafên jinan di civakê de û li gorî ku di destûr de hatiye gotin ku jin û mêr di warê mafan de wek hev in, îro qanûna ku tecîzê weke sûc dibîne, ket meriyetê.
Derbarê mijarê de Wezîra Malbatê ya Mexribê Besîme El-Heqawî got ku ev qanûneke şoreşgerî ye û ji îro de dikeve meriyetê.
Di vê qanûnê de zewaca bi darê zorê jî weke sûc tê dîtin.
Di qanûnê de cezaya girtinê ku digihêje 6 mehan û miqdarek pere ku digihêje 10 hezar dirhem heye.
Çavkanî: Skynews