MSD’ê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ava kir
NÛDEM
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku tê de hemû rêveberiyên xweser dibin yek, ava kir.
Bi armanca avakirina Rêveberiya Xweser a Hevbeş a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li navenda xwe ya li Navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî ya girêdayî herêma Firatê, civiya.
Di civînê de ji aliyê beşdaran ve axaftin hatin kirin. Piştî ku axaftin bi dawî bûn Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin û Sîham Qeryo ya ji pêkhateya Suryan û Parêzer Ferîd Etî weke Hevserokên meclîsê, hatin hilbijartin. Hemû rêveberiyên xweser yên heyî di bin navê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dibin yek.
Li gorî hin çavdêran piştî hemû rêveberiyên xweser yên heyî bibin yek wê di demeke nêz de hikûmet were avakirin.