Stêra Nebî, Nûçegihana Nûdem
Piştî ku Wezareta Derve Ya Rûsya daxweza hevdîtinê ji Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê kir, duh şandeyeke ku ji nûner û Rêveberiyên MSD’ê pêk tê serdana Moskowa kirin. Bi armanca nîqaşkirin rewşa Sûriyê û encamên hevdîtinên Rêveberiya Xweser li gel Hikûmeta Sûriyê, Wezîrê derve yê Rûsiya di 23’ê Mijdarê de bi Rêveberên MSD’ê û berpirsên Rêveberiya xwese re civiya.
Di hevdîtina ku li Moskowê pêk hat bi piranî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya xweser ji aliyê seroka Desteta Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û nûnerê Wezareta parastinê û berpirsên Rûs hat nîqaş kirin.
Li gorî çavkaniyan, hate gotin ku alozî û nenevendîbûna Sûriyê ji bona çareseriya modela Rêveberiya Xweser yek ji mijarên girîn ên naveroka hevdîtinê bûn.