
Piştî girtina nêzî 7 mehan ji ber êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, riya M4 bi navbeynkariya Rûsiya hat vekirin û yekemîn rêwîtiya sivîlan di navbera herêmên Cizîr û Firatê de pêk hat.
Di 9 cotmeha 2019`an de dewleta Tirk û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wê êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî kirin û dest danîn ser Girê Spî, Serêkaniyê û hin gundên girêdayî wan.
Bi vê yekê jî riya M4 a di navbera herêmên Cizîr û Firatê de qut bû. Bi taybet piştî ku çeteyan rê li pêşiya sivîlan dibirîn û di derheqê wan de sûc dikirin, didizîn û komkujî pêk dianîn.
Piştî danûstandina di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê ya bi navbeynkariya Rûsaya, biryara hat dayîn ku ev rê careke din ji bo çûn û hatin sivîlan were vekirin û Rûsiya jî bi riya dewriyên xwe yên ku bi sivîlan re bimeşîne misogeriya ewlehiya sivîlan bike. Nemaze ku ku komên çekdar li nêzî rê bicih dibin.
Roja Duşemê sibehê karwanek sivîlan ji Til Temir ber bi Girê Spî ve tevî dewriyek Rûsî, ket rê.
Piştî destpêkirina êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê, ev karwanê sivîlan ê yekemîne ku li ser vê riyê dimeşe.
Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Xweser, rojane wê du karwan ji Til Temir ber bi Eyn Îsayê ve û ji Eyn Îsa ber bi Til Temir ve bimeşin.
Hêjayî gotinê ye ku sûcê herî hov li ser vê riyê li dijî siyasetmedar Kurd Hevrîn Xelef pêk hat. Piştî ku wan komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ew kuştin, bi cenazeyê wî lîstin.
Ji ber ku ev rê hatibû qutkirin, şênî neçar diman ji bo ku ji herêma Firatê bigihêjin Cizîrê, riyên dirêj bikar bînin.
Sûriye, HESEKÊ: NÛÇEGIHANA NÛDEM DOZÊ KURD