Home / Nûçe / Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî

Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net

Rojnamevan û Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî îro, piştî daxuyaniyên xwe yên ku bûne sedema krîzeke mezin a dîplomatîk di navbera Lubnan û welatên Kendavê de, îstifaya xwe pêşkêş kir.

Qirdahî istîfaya xwe di kongreya çapemeniyê ya li Wezareta Ragihandinê ya Lubnanê lidar xist de, pêşkêş kir. Qirdahî tekez kir ku îstifaya wî derfetek e ji bo vegerandina rewşa asayî ya li gel Erebistana Siûdî û welatên Kendavê û got:

“Min biryar da ku dev ji wezîfeya xwe ya wezîrtiyê berdim û li ku bim ezê di xizmeta welatê xwe de bimînim.”

Dest ji karkêşana Qirdahî hevdem bû li gel serdana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo welatên Kendavê, bi mebesta çareserkirina vê qeyranê û derxistina Lubnanê ji xirabtirîn kirîza aborî ya ku heya niha rastî wê hatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Qirdahî beriya hefteyekê derbarê şerê Yemenê yê ku di encamê de bi hezaran mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dabû û ev yek weke “bêaqil” bi nav kiribû.

Ev yek bû sedema nakokiyan û derketina qeyraneke mezin a dîplomatîk û aborî, ku rewşa xirab a Lubnanê hîn xerabtir kir.

Check Also

Malbatên Zarokên revandî li pêşiya NY xwepêşandan li dar xistin

Nûçegihana Nûdem: Dozê Kurd Wêne Saed Al Din Otman: Nûdem Wêne Saed Al Din Otman, …