Home / Nûçe / Robak cejna Remezanê li siyasetmedarên Rojava pîroz kir

Robak cejna Remezanê li siyasetmedarên Rojava pîroz kir

William Robak, wên ji internetê

Nûdem

Şanderê Taybet ê koalisyona navnetewî yê ji bo Sûriyê William Robak Cejna Remezanê li siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

William Robak bi boneya Cejna Remezanê, peyamek pîrozbahiyê ji Rêveberiya xweser re sand.

Di peyama ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat weşandin de, cejn hem li rêveberiya xweser û hem jî li Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hat pîrozkirin.

Robak di peyamê de teqez kir ku ji bo hemû zehmetiyan derebas bikin û ji bo pêşerojeke baştir, koalisyon dê destekdayînê bidomîne.

Girêdayî mijarê ENKS`ê jî li ser malpera xwe ya Facebookê raghand ku Robak ji wan re peyameke pîrozbahiyê şandiye û cejna Remezanê li tavahiya Kurdên Sûriyê pîroz kiriye.

Di peyamê de wiha hat got:

“Em teqez dikin ku hevlbendiya me wê dewam bike, (…) ji bo avakirina pêşerojeke baştir ji tevahiya Sûriyan re, emê l bi hev re bi ser bikevin.“

Sûriya, Qamişlo: Nûçegihanê Nûdem: Ehmed Îbrahîm

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …