Home / Nûçe / Rûsya Idlib bombebaran kir

Rûsya Idlib bombebaran kir

Rûsya Idlib bombebaran kir

NÛDEM

Artêşa Rûsya ragihand ku wan li dijî nuqteyên terorîstan ên li Idlibê (Cebhet El-Nûsra) êrîşa hewayî pêk anîne.

Berdevkê Fermî yê Artêşa Rûsya Igor Konashnikov bi daxuyaniyekê ragihand ku  roja sêşemê 4 balafirên wan  ji baregeha Himêmîm rabûne û êrîşa hewayî li dijî nuqteyên Cebhet El-Nusra (ku navê xwe Kiriye Heyet Tehrîr El-Şam) yên li Idlibê, pêk anîne. Konashnikov da zanîn ku êrîş roja 4’ê îlonê di teriyê de pêk hatiye. Nehat zanîn bê ka êrîş bi şev yan jî serê sibehê pêk hatiye.

Konashnikov da xuyakirin ku wan depoyekî ku tê de balafirên bê mirov tên veşartin, hedef girtine û her wiha depoyekî din ku tê de alavên wan balafiran tên veşartin jî hedef girtine.

Konashnikov da zanîn ku ew balafir ji bo êrîşa li ser Baregeha Himêmîm û herêmên li derdora Heleb û Hemayê hatibûn amadekirin.

Ji aliyekî din ve jî Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan roja Sêşemê ragihand ku di encama êrîşê de 9 kesên ji heman malbatê ku di nava wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane û 10 kesên din jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku Parîzgeha Idlibê parîzgeha herî dawî ya Sûriyê ku di destê hêzên cîhadîst û muxalefetê de maye.

Çavkanî: AFP

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …