Home / Nûçe / Şandeyek ji PDK-S serdana gora Hunermend Seîd Gabarî kir

Şandeyek ji PDK-S serdana gora Hunermend Seîd Gabarî kir

wêne taybet Nûdem

Şandeyek ji Rêxistina Partiya Demokratîk Kurdistanî Sûriya (PDK- S) şaxş Qoştepe, serdana gora hunermendê Kurd Seîd Gabarî ya li herêma Mele Omer a Hewlêrê, kir.

Şande ji derdora 25 kesan pêk dihat. Di nav wan de rêveberên partiyê jî hebûn.

Ji bo pîrozkirin û bîranîna keda Gabarî, şandeyê dareke zeytûnê li ser gora wî çand.

Li ser mijar Yek ji rêveberên partiyê Mizgîn Eyo ji Nûdem re axivî û got:

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa corona me nekarî beşdarî merasîma oxirkirina wî bibin. Ji bo wê jî me xwest ku em serdana gora wî bikin û ji bo bîranîna keda wî vê darê biçînin.

wêne taybet Nûdem

Nivîskarê şanoyê Mehmûd Mişo jî got:

Kedeke Gabarî ya mezin di hunera Kurdî de hebû. Helbestên gelek nivîskar û helbestvanan kirin stran. Ji zû ve ji herêmê çûbû. Di hembêza malbata Barzanî de ku pir rêz jê re digirt, jiya.

Seîd Gabarî di sala 1956 de li Rojavayê Kurdistanî ji dayik bûye û di destpêka meha gulanê de ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke Hewlêrê, jiyana xwe ji dest da.

Check Also

Qirdahî ji bo çareserkirina kirîzê, istîfa kir

Nûçegihana Nûdem: Stêra Nebî Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê George Qirdahî@Wêne ji Net Rojnamevan û Wezîrê …